




Dilan – sebra civata
bi KDV re, bêyî lêçûna barkirinê
Agahiyên giştî
Şirove
Ew kincên ji du parçeyan pêk tên, keda destan a nazik a jinên kurd û xemila nûjen bi hev re dicivînin. Her hûrgilî bi hez, baldarî û serbilindiyê hatiye çêkirin – bi vê yekê her lîbandina wan dibe şanaziyeke çandî. Xeftan bi qumaşê xwe yê sivik ûherikî balê dikşîne ku bi nermî li bedenê dihêve. Bi rengê xwe yê şîn ê kûr û fîraz û bi xemilên bi xêzên zirav û birqok ên bi rengê zîvî hatiye xemilandin, di her derfetê de dîmenekî nazik dide te. Beşê pêşiyê yê vekirî bi stûyê rawestayî re awirekî şahane û bilind dide cil û bergan. Li binê wê jî krasê ku bi temamî li gel tê heye: sade ye, lê bi xuyaye. Qumaşê wî jî bi sivikî û rihetiya xwe ya lîbandinê balê dikşîne, da ku tu hemû rojê xwe rihat hsib bikî – çî li dawetê be, çi li cejnê be an jî di govendê de be. Aksesuar, êlek an tiştên din ên di wêneyê de nîn in.
Das könnte dir auch gefallen ...